Hêvî Mistefa: Ligel rejîma Şamê em hîn negihane ti encaman

hîn jî her du alî negehêştine encamên dawî
کوردستان TV
100%

Hevseroka Encûmena Rêvebiriya Demokratîk ya herêma Efrîn Hêvî Mistefa, dibêje ku ew niha ligel rejîmê di danûnstandinan de ne, lê hêjî ew negihane encamên dawîyê.

Mistefa diyar dike ku çi dema pêkhatin bi encam bû, YPG dê belavokeke fermî bi rayagiştî re parve bike. Di wê mijara hatina hêzên rejîma Şamê de, hevdîtin hene, lê hêjî negehiştine ti encamê. Dema encam zelal bin, YPG dê belavokeke fermî biweşîne".

Mistefa bi berdewamî dibêje ku ji alîyê sîyasê ve ti pêkhatinek çênebûye û roja yekê jî me gotiye, Efrîn perçekî Sûriyê ye.

“Di projeya me de, em qûtkirina Sûriyê naxwazin. Ev berpirsîya rejîmê ye ku li hember dagîrkeriya Tirkiyê raweste û sînorên xwe biparêze.”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.