Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û nunerê Netewên Yekgirtî yê bo karûbarên Sûriyê Staffan de Mistura li Munichê civiyan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi nunerê Netewên Yekgirtî yê bo karûbarên Sûriyê Staffan de Mistura re hevdîtin pêk anî û derbarê rewşa Efrînê de bi wî re gotûbêj kir.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya civîn û hevdîtinên xwe de yên li Almanyayê, îro piştî nîvro bi Şanderê Navdewletî yê bo kirîza Sûriyê Staffan de Mistura re civiya.
Civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Staffan de Mistura di sêyemîn roja Konfransa Asayişa Munichê de pêk hat.
Nêçîrvan Barzanî piştî bi dawî hatina civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Me li gel de Mistura rewşa bajarê Efrînê gotûbêj kir.”
Berî vê civînê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî hevdîtinek pêk anîbû.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê bi vexwandina fermî beşdarî di konfransa navdewletiya asayişê ya Munichê de beşdar in.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin