Fermandarê proseyên Nînowa aşkera kir ku grubek 7 kesî girtine ku ser rêxistina terorîst a DIŞIê ne û ew kesane berê li sînorê bajokê Hemam Elîl ku dikeve başûrê bajarê Mûsilê, 200 hemwelatiyên sivîl kuştine.
Berdevkê fermandeya proseyên Nînowa Mihemed Cibûrî bi daxuyaniyek çapemeniyê ragehand: ‘’Hêzên hevbeş ên hikûmeta Iraqê li bajarokê Hemam Elîl karîn 7 terorîstên DIŞIê bigrin ku destê wan di gelek tewanan de hebûye û çend kesek bûn ji grubên herî metirsîdar.’’
Herwaha got: ‘’Her kesek bixwazê doz li dijî wan terorîstan veke, dikare biçe li dadgehê doz veke û kesûkarên wan kesên hatine darve kirin ji aliyê vê grubê ve dikarin doz vekin.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin