Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu diyar kir, divê Îran sebra Îsraîlê neceribîne.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu li Munichê beşdarî 54emîn Konferansa Asayişa Navneteweyî bû û Îran rexne kir.
Binyamîn Netanyahu ku cara ewil e beşdarî konferansê dibe, perçeyek firokeya bêmirovaa ku Îranê xist nîşan da û ji Îranê re got: "Sebra Îsraîlê neceribînin."
Netanyahu anî ziman ku armanca Îranê têkbirina dewleta Îsraîlê ye û wiha axifî: “Îran bi piştgiriya ku dide terorîzmê ve dixwaze hakimiyeta xwe zêde bike. Îran îro ji bo cîhanê tehdîta herî mezin e."
Netanyahu destnîşan kir ku xetên sor ên Îsraîlê hene, divê ev neyên ceribandin û diyar kir ku heke ku Îran zirarê bide Îsraîlê, ew dê midaxaleyî Îranê bikin.
Netanyahu Wezîrê Derve yê Îranê Cewaz Zerîfê wek "kesekî ku derewên xwe dibêje" pênase kir û got ku li Sûriyê heke Rejima Esed destûrê bide ku artêşa Îranê têkeve wêlêt, ew dê pozîsyona xwe biguherînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin