Tirkiye li Efrînê gazên kîmiyayî bikar tîne

ew çend care tirkiye çekên mîmiyayî bikar tîne
کوردستان TV
100%

Ji Encumena Tenduristî ya Efrînê daxuyaniya gaza bijehr

Encumena Tenduristî ya Efrînê ragihand ku artêşa Tirkiyê li Efrînê dijî sivîlan  gaza bijehr bikaraniye. Karmendên laboratuvarê yên bi ser Encumena Tenduristî ya Efrînê encamên lêkolînên xwe eşker kirin.

Encumena Tenduristî ya Efrînê di civîneke çapemeniyê de îdîa kir ku Artêşa Tirkiyê 16ê Sibatê di operasyona ser Efrînê de dijî welatiyên sivîl ên gundê Erendê ya Şiyê gaza bijehr bikar aniye.

Di daxuyaniya Encumena Tenduristî ya Efrînê de ku Endamê Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê Dr. Xelîl Sebrî xwend wiha hat gotin: “Artêşa dagirker li dijî welatiyên sivîl hemû teknolojiya leşkerî û çekên kîmyawî yên qedexekirî bikar tîne. Piştî ku artêşa dagirker li hemberî berxwedana serdemê nikaribû pêşve were, asta hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêmê zêde kir û çekên kîmyawî bikar tîne.

Ji ber vê, em bang li hemû saziyên navnetewî yên peywendîdar û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku lêpirsîneke navnetewî û serbixwe di derbarê bikaranîna Tirkiyê ji çekên kîmyayî re bidin destpêkirin. Em amade ne di vê derbarê de bi van aliyan re hevkar bin da ku karibin nimûneyan ji diyardeyên bikaranîna çekên kîmyawî werbigirin û lêpirsînên xwe bidin destpêkirin. Em bang li Netewên Yekbûyî dikin ku civîneke awarte li dar bixe û vî şerê hovane li dijî welatiyên Efrînê rawestîne.”

Ajansa Fermî ya Sûriyê SANA duh îdîa kir ku Artêşa Tirkiyê di operasyona ser Efrînê de gaza bijehr bikaraniye û wêneyên birîndaran belav kir. Ajansê ku nûçeya xwe sipartiye daxuyaniya doktorê nexweşxaneya Efrînê, da zanîn ku di operasyonê de 6 sivîl rûbirûyê gaza bijehr bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Ajansa nûçeyan a Amerîkan Associated Pressê îro ragihand ku rayedarekî Koşka Spî ku nexwest navê wî were eşkerekirin gotiye: “Em derveyî îhtimalê dibînin Tirkiyê li Efrînê çekên kimyawî bikar anibe. Em bang dikin ku li Efrînê dûrî sivîlan herin û sivîl werin parastin."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.