Polîsê Nîcîrî dibêje sê êrîşkerên xwekuj bazareka qerbalix a masiyan ji xwe re kir armanc li bajarê Maidugurî yên bakurê rojhilata welêt û di encamê de bi kêmanî 20 kes hatin kuştin û 22 kesên din birîndar bûn.
Êrîşa doh Înê demjimêr 8:30 êvarê li Konduga rûda, ku derdora 25 kîlometir li başûrê rojhilata paytexta wîlayeta Borno ye.
Ta niha çi aliyekî berpirsiyariya xwe ranegihandiye li dor êrîşê lê wîlayeta Borno rastî êrîşên gurtûpa Boko Heram tê.
Maidugurî, ku cihê damezrandina gurûpa tunderw e, rastî gelek êrîşên wiha tê, ev êrîşên ku ji sala 2009an ve 20 hezar kes kuştine û bêhtirî du milyon kes neçar kirine ji malên xwe birevin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin