Peykerê hunermend Osman Hewramî hat danîn

li bajarê Sineyê hatiye danîn
کوردستان TV
100%

Li bajarê Sineyê hatiye danîn.

Hate ragihandin ku peykerê hunermendê kurd Osman Hewramî li bajarê Sinê yê Îranê li kolana Kosey Hecic hate danîn.

Ji bo hunermendê bi nav û deng Osman Hewramî merasîmeke taybet hat lidarxistin. Di merasîmê welatî û parêzgarê Sine amade bûn.

 Di merasîmê de peykerê Hewramî ku ji aliyê peykersazê kurd Hadî Ziyaedin ve hatiye çêkirin hat vekirin.

Hewramî bi dengê xwe yê resen û  miqamê ‘Siya Çemane' ku avakarê wê tê tê nasîn. Tevî gelek kasetên tomarkirî Hewramî li meclis û dawetan û herwiha di televizyonan de jî bi gelek stranbêjan re duet kiriye.

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.