Li ser daxwaza Washingtonê wîzrên berevaniyê yên welatin endam di hevpeymaniya NATO yê de dê bi armanca cîbecîkirina aramiiyê erkên xwe li Iraqê berfireh bikin.
Ajansa Reuterê li ser zarê wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê ragehand ku, ew dê li Iraqê erkê perwerdekirina leşkerên Iraqî bikin, da zanîn ku, ev gav di çarçoveya projeya Amerîka di cîbecîkirina aştî û aramiya wî welatî.
Herwiha li gor daxuyaniya wezîrê berevaniyê yê Amerîka dê NATO leşkerên Iraqî li ser jinavbirina paşmayên DIŞIê ji mayînên û bombeyan rahênan bike.
Li gor hin dîplomatkarên ewropî serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî nameyek ji hevpeymaniya NATO yê re rêkiribû û daxwaza alîkariyan wan kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin