Îranê destûra çalakiyên ji bo Efrînê ne da

ew cara dudiyane ku îran rê dane xelkê
کوردستان TV
100%

Qaymeqamê Navçeya Cuwanro ya ser bi parêzgeha Kirmaşan ya Îranê rê neda, ku çalakvanên kurd ên vê navçeyê ji bo piştgiriyê bidin Efrînê û operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê şermezar bikin.

Hejmaek çalakvanên civaka sivîl (NGO) yên Cuwanroyê daxwaz ji qaymeqamê navçeyê kiribûn ku rê bide wan daku îro piştî nîvro protestoyeke cemawerî ji bo piştgiriya Efrînê lidar bixin.

Di daxwaznameya xwe de, wan çalakvanên kurd ragihandine ku ew dixwazin "li dijî êrişa Tirkiyê bo ser axa Sûriyê ku bûye sedema kuştina jin û zarokên sivîl, kombûnekê saz bikin."

Pêştir li bajarên Urmiyê û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha Tehran a paytexta Îranê jî hin parlamenterên kurd ên berê yên parlamentoya Îranê û hin çalakvanan daxwaza rûxseta fermî ya hikûmetê bo lidarxistina çalakiyan li dijî êrişa Tirkiyeyê bo ser Efrînê kiribûn, lê belê hemû daxwazên wan ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatibûn redkirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.