Ew 27 roje artêşa Tirkiyeyê û cîhadî êrîşî Efrînê dikin.
Operasiyona çiqila zeytûnê yaku ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên ser bi artêşa Tirkiyeyê ve li dijî Efrînê dest pê kiriye, ew 27 roje didome.
Di vê çarçoveyê de êrîşên artêşa Tirkiye û cîhadiyan li ser gund û cêyên din yên derdorê Efrînê didomin û şervanên YPGê jî bersifa wan êrîşan didin.
Hate zanîn ku îro şervanên YPGê du cîhadî kuştine û 5 cîhadiyên din jî birîndar kirine.
Duhê jî şervanan tankeke din ya artêşa Tirkiyeyê û çend tirimbêlên leşkerî yên artêşa Tirkiye û çekdarên cîhadî teqandibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin