Amîralê amerîkayî Harry Harris got, divê Amerîka ji bo şerekî bi Çînê re amade be. Harris anî ziman ku Çîn bi awayekî eşkere dixwaze serdestiyê li Deryaya Başûrê Çînê bike û got, "Em xwe ji vê yekê re ker dikin û xwe diavêjin metirsiyê."
Amîralê Hêzên Deryayî yê Amerîkayê Harry Harris li Komîteya Artêşê ya li Encûmena Nûneran ya Kongreya Amerîkayê axivî û got, divê Amerîka ji bo şerê li dijî Çînê amade be.
Harris anî ziman ku Çîn bi awayekî eşkere dixwaze serdestiyê li Deryaya Başûrê Çînê bike û parast ku hêza leşkeri ya Çînê di demeke nêzîk de wê hema di qadê de bibe rikberê hêza Amerîkayê. Amîralê amerîkayî got, "Nêta Çînê eşkere ye. Em xwe ji vê yekê re ker dikin û xwe diavêjin metirsiyê."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin