Hackeran 340 milyon ruble pere dizîn

êrîşî ser pergala veguhastina netewî kirine
کوردستان TV
100%

Bankaya Navendî a Rûsyayê daxuyand ku hackeran êrîşî pergala veguheztina pereyan ya navneteweyî SWIFTê kirine û ji bankayê 340 milyon ruble (6 milyon dolar) pere dizîne.

Ekîba Mudahalekirina Lezgîn ya Beşa Fînansê (FinCERT) ya Bankaya Navendî a Rûsyayê, di raporta 2017an ya xebatên derqanûnî de bibîrxist ku êrîşek serkeftî li ser Bankaya Navendî a Rûsyayê SWIFTê hat kirin. Pli gor agahiyan piştî vê êrîşê, bi xebatên derqanûnî ji bankayê 339.5 milyon ruble pere hatine dizîn.

Her wiha Serokê Bankaya Globexê Valeriy Ovsyannikov jî berê anîbû ziman ku di meha berfanbarê de li dijî bankaya wî ji aliyê hackeran ve êrîşek pêk hatibû û gotibû ti xetereya veberhênên muşteriyan tuneye. Li gor Globexê hackeran ji bankayê milyonek dolar dizîbûn.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.