Hat ragihandin ku di pevçûnên li Sûriyeyê de 4 leşkerên Mihafizên Şoreşa Îranê hatine kuştin. Tê îdiakirin ku li gor agahiyên ne fermî di pevçûnên li Sûriyeyê de hejmara leşkerên Îranê yên ku hatine kuştin 2 hezar 400 e.
Li gor nûçeyên medyaya Îranê di pevçûnên li sûriyeyê de 4 leşkerên Mihafizên Şoreşa Îranê yên girêdayî lîva "Fatmiyyûn" e li goristana Beheşti Masume ya bajarê Kumê hatine definkirin. Di nûçeyan de navê milîsên ku hatine kuştin jî hatin eşkerekirin: "Salim Rizayî, Mûhammed Yasîn Nasirî, Elî Mûhammedî ve Elî Riza Huseynî."
Tê îdiakirin ku li gor agahiyên ne fermî di pevçûnên li Sûriyeyê de hejmara leşkerên Îranê yên ku hatine kuştin 2 hezar 400 e. Hêza Lîva Fatmiyyûn ku ji Efganên koçî Îranê kirine hatiye avakirin û Lîva Zeynebiyyûn ji milîsên pakistanî pêk tên li Sûriyeyê li pêş Mihafizên Şoreşê ku piştgiriyê dide Rejîma Esad, şer dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin