8 endamên kongirêsa Emerîka peyamek ji Wezîrê Karên Derve yê Emerîka Reks Têlirson re şandin û têde daxwaza rawestandina dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî Efrînê kirin.
Tê payîn ku Wezîrê Karên Derve yê Emerîka Reks Têlirson di van demên pêş de serdana Tirkiyeyê bike. Girêdayî mijarê 8 endamên kongirêsa Emerîka peyamek ji Têlirson re şandin û têde daxwaza rawestandina dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî Efrînê kirin û ev peyama wan radestî rayedarên Tirkiyeyê were kirin û di peyama xwe de wiha gotin: “Emerîka ji ber rewşam mirovahî li Efrînê gelekî xemgîn e”.
Endamên Kongirês di peyama xwe de her wiha diyar kirin ku herêma Efrînê ji sala 2011’an ve herî zêde bi ewle bû û ji ber vê yekê bi hezaran welatiyên ji pêkhateyên cûda ji seranserî Sûriyeyê berê xwe dan Efrînê û hêjî li wir jiyan dikin. Lê piştî êrîşa Tirkiyeyê li dijî herêma Efrînê rewşa welatiyan hate guhertin û piştî kuştina bi sedan welatiyan û perîşankirina bi hezaran ji ber vê êrîşê ewlehiya herêmê di metirsiyê de ye.
Endamên Kongirês di peyama xwe de bang li hikûmeta Tirkiyeyê kirin ku rewşa welatiyên sivîl di ber çavan re derbas dike û rê ji hemû rêxistinan re ve bike da ku alîkariyên xwe yên tenduristî û mirovahî pêşkêş bikin.
Endamên Kongirêsê ku peyam şandine ev in:
David N. Cicilline
Derek Kilmer
Dina Titus
Adam B. Schiff
Jared Polis
Brad Sherman
Ted Lieu
James P. MeGovern
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin