Êrişên artêşa tirk û çekdarên girêdayî wê yên li ser Efrînê berdewam dikin û tê ragihandin ku li devera Şiyê ya Efrînê pevçûnên dijwar di navbera çekdarên girêdayî Tirkiyê û şervanên Kurd de diqewmin
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê li Efrînê Birûsk Hesekê diyar kir ku li derdora gundê Çeqela yê ser bi navçeya Şiyê pevçûnên dijwar di navbera artêşa tirk û şervanên Kurd de pêk tên ku niha hê jî berdewam dike.
Herwiha tê ragiandin ku jibilî Şiyê li eniyên li gundên Dêwa û Dêr Belûtê jî pevçûnên dijwar rû didin.
Artêşa tirk û çekdarên girêdayî wê 20ê meha borî dest bi êrişa ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê kiribû û heta niha bi sedan sivîlan di encama van êrişan de cane xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin