Li Amedê operasyoneke mezin destpê kir

Cerdevan jî tê de beşdarin
کوردستان TV
100%

Cerdevan jî tê de beşdarin

Li navçeyên Amedê Licê, Pasur, Farqîn û Hezroyê piştî li 178 gund û gundikan qedexe hat ragihandin bi tevlîbuna hezar û 200 leşker û cerdewanan operasyoneke mezin destpê kir.

Walîtiya Amedê serê sibehê ragihand ku ji bo operasyona leşkerî li 178 gund û gundikên navçeyên Licê, Pasur, Farqîn û Hezroya Amedê qedeya derketina derve hat ragihandin. Li Farqînê 60, Pasur 90, Licê 15 û li 11 mezra û gundên Hezroyê ji 14ê Sibatê pê ve hetanî daxuyaniya duyemîn qedexeya derketina derve hat ragihandin. Piştî ragihandina qedexeyê operasyonek mezin li her çar navçeyan destpê kir.

Bi destpêka operasyonê Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) û helîkopter bilind bûn û li ser çolterên Farqînê, Licê, Pasur û Hezroyê geriyan. Hat ragihandin ku hezar û 200 leşker û cerdewan jî beşdarî operasyonê bûne. Di operasyonê de gelek kuçikên ji aliye bêhnê ve hesass (K9) jî tên bikaranîn. Bi sedema operasyonê li ser rêyên hinek gundan nuxteyên leşkerî hatin danîn. Çûn û hatina gundan jî hat qedexe kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.