Fransa: Em kurdan tenê nahêlin

balyozê franseyê behsa serdana wezîrê derve bo Kurdistanê dike
کوردستان TV
100%

Konsolosê Fransa yê li Hewlêrê Domînîk Mass serdana Wezîrê Derve yê Fransayê bo Kurdistanê nirxand û ragihand ku Parîs kurdan tenê nahêle.

Konsolosê Fransa yê li Hewlêrê Domînîk Mass serdana Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bo Kurdistanê nirxand û got: "Em rêzê ji mafê kurdan re digrin û em wan tenê nahêlin."

Domînîk Mass di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ji bo spasiya Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ya dijî şerê DIŞIê bike serdana Hewlêrê kir. Yek ji sedema serdanê jî çareseriya pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê ye."

Mass di dirêjiya axaftina xwe de got: "Fransa ji bo pirsgirêka dualî bi diyalogê çareser bibe din ava hewldanê de ye. Fransa di sazkirina aştî û aramiya Irak, Kurdistan û herêmê de wê hemû berpirsyariya xwe bi cih bîne."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.