Iraq firokexaneyên Kurdistanê bo Umrê vedike

tenê bo heciyên ku diçin Umreyê tên vekirin
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Iraqê razî bû ku geştên Umrê ji firokexaneyên Herêma Kurdistanê dest pê bikin.

Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê bi nivîseke fermi eşkere kirk u “Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî razî bûye firokeyên veguhestina kesên diçin Umrê ji firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê bifirin û deynin.”

Di nivîsa Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê de wiha tê gotin: “Ew rê dayîn bi merc e ku berdewam me ji hejmara geştan agahdar bikin.”

Bi hinceta Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê (25.09.2017), hikûmeta Iraqê ji xeynî êrîşkirin û dagîrkirina nêzîka ji sedî 50ê axa Başûrê Kurdistanê, di çend waran de ambargo jî danî ser Herêma Kurdistanê. Yek ji wan ragirtina geştên navdewletî yên ji firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê bû. Bexdayê êvara roja 29.09.2017ê biryara xwe cîbicîh kir û heta niha jî berdewam e.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.