Polîsê Gerimiyanê dibêje ew tîma han çend caran dizî kiriye.
Birêveberatiya polîsê Gerimiyanê belav kir ku îro hêzên wan karîne di encama operasiyoneke de tîmeke dizî kirinê binçav bikin.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya polîsê deverê, ew demek bû ku çend kesên nenas bi şev rêya xelkê girtine û tirimbîl, çek, pere û tiştên xelkê dizîne û piştî wergirtina zaniyariyên pêwîst, hêzên polîs operasiyonek lidar xistine û karîne ew tîma zidî kirinê binçav bikin.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku ew tîma han ji 4 kesan pêk hatiye û niha radestî dadgehê hatine kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin