Parlementereka Kurd dibêje hêzên Îraqî bi tundî eşkence li sê pêşmergeyên dîl kirine.
Parlementera parlementoya Îraqê ya li ser frakisyona PDKê Eşwaq Caf diyar kir ku ew sê pêşmergeyên Kurd yên ku ji aliyê hêzên çekdar yên Îraqê ve hatine girtin, ti têkiliyeke wan li gel hêzên ala spî tuneye.
Eşwaq Caf herwiha diyar kir ku hêzên çekdar yên Îraqê gelek bi tundî eşkence li wan sê pêşmergeyên dîl kirine lewre ew sê pêşmerge jî di bin eşkenceyê de li xwe mokir hatine ku têkiliyên wan li gel hêzên ala spî de heye.
Caf eşkere kir ku hêzên çekdar yên Îraqê bi elektirîkê eşkence li wan pêşmergeyan kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin