Yewnanîstan: Tirkiye dixwaze aloziyan çê bike

aloziyên li devera egeyê zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Yewnanîstanê Tirkiye bi derxistina provakasyonê sûçdar kir.

Li gor ajansên Yewnanî berdevkê hikûmeta Yewnanîstanê Dimitris Tzanakopoulos li ser rageşiya li Kardakê wiha axivî: ‘Em bi biryar in ku sînorên xwe biparêzin. Van demên dawîn ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve gelek provakasyon pêk hatine. Ev yek jî me aciz dike. Em rewşê ji nêz ve dişopînin.’

Ev çend roj in di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de li ser alozî û rageşiya li herêma Kardakê krîzek heye û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî îro ji bo Yewnanîstanê gotibû ku bila herkes hedê xwe bizane.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.