Artêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrînê topbaran dike

êrîşên tirkiyeyê bo ser Efrînê didomin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya operasiyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de îro careke din artêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrînê topbaran kir û çend top li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn ketin ku di encamê de, kesek şehîd bûye û çend kesên din jî birîndar bûne.

Berî niha jî artêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrîn kiribû armanc, wê demê jî nêzîkî 12 sivîlan bibûne qurbanî.

Bû nêzîkî mehekê artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirine li Efrînê û heya niha jî şer û pevçûn berdewam in.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.