Tillerson: Em jiber bûyerên li bakûrê Sûriyeyê bifikarin

Amerîka weke her car derbarê Sûriye û Tirkiyeyê de xwedan yek helweste
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson berî serdana xwe ya Tirkiyê, li Kuwaitê diyar kir ku ew jiber bûyerên li bakurê rojavayê Sûriyê diqewimin bifikarin.

Tillerson da zanîn ku wan hay ji fikarên Tirkiyê yên ser ewlehiyê jî heye.

Wezîrê Amerîkî diyar kir ku dijî DIŞIê operasyonên berfireh qediyane, lê ew nayê wê wateyê ku Amerîka û hevalbendên wê, dijî rêxistinê serkeftineke mayînde bi dest xistiye.

Tillerson da zanîn ku bo îstiqrara herêmên Sûriyê yên hatine azad kirin wan biryar daye ku butçeyeke din ya bi qasî 200 mîlyon dolar hazir bikin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.