Parêzgarê Kerûkê yê bi wekaletê Rakan Cibûrî îro duşemê got ku Iraq dê di nava vê mehê de dest pê bike ku petrola Kerkûkê bişînin û rêjeya rojane dê 60 hezar bermîl bin.
Li gorî Reutersê, Cibûrî îro beşdarî kongreya avakirina Iraqê ya li Kuweytê bi rê ve diçe de bû û gotiye: "Hikûmeta Federal di çend rojên pêş de dê dest pê bike ku petrola kêlîgehên bakurê Kerkûkê bifiroşe Îranê û dê ev tişt rêjeya wê ya rojane bigihêje 60 hezar bermîlan".
Berî niha Iraq bi Îranê re li hev kiribû ku 60 hezar bermîl petrola xam a Kerkûkê bi petrola Îranê re biguherîne ku ew dê li başûrê Iraqê bê radestkirin û ew petrol bi tiran bo bajarê Kirmaşanê bê şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin