şer û pevçûnên giran di navbera YPGê artêşa Tirkiyê de, li gundê Dêr Belût berdewam in, herwiha firokeyên cengî yên artêşa Tirkiyê, Girê Dêwa û gundê Mele Xelîl û gundê Dêr Belût li Cindirêsê û Ên Hecera Biçûk û ya Mezin bordiman dikin.
Herwiha li bajarokê Şêrewa artêşa Tirkiyê gundên Basûfan û Burc Silêman topbaran kir".
Ji 20ê meha derbasbûyî ve, artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin û bigotina fermandeyên YPG, heya niha artêşa Tirkiyê armancên xwe bicî nekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin