Çîn jî dixwaze tevlî pêvajoya şerê navxweyî ya Sûriyeyê bibe

çîn jî li deverê ketiye pey berejwendiyên xwe
کوردستان TV
100%

Balyozê Şamê yê Çînê Şi Tsanzim anî ziman ku êdî Çîn jî dixwaze bibe mudaxîlê pêvajoya şerê navxweyî ya li Sûriyeyê û ji bo avakirina herêmê bi rêvebiriya dewleta Sûriyeyê re em dixwazin hevkariyê bikin.

Li gor nûçeya Hurriyetê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, Balyozê Şamê yê Çînê Şi Tsanzim derbarê şerê Sûriyeyê de daxuyaniyên girîng dane. Balyozê Çînê di daxuyaniya xwe de gotiye em êdî dixwazin bibin mudaxîlê şerê navxweyî ya Sûriyeyê. Her wiha Tsanzim: "Çîn êdî ji bo peşeroj û pêvajoya şerê Sûriyeyê wê bibe mudaxîl û wê rolek aktîf bilîze. Ji bo avakirina Sûriyeyê em ê bi rêvebiriya fermî ya Sûriyeyê re hevkariyê bikin û ji bo aramkirin û avakirina herêmê emê her roj bixebitin."

Çîn li Sûriyeyê her çiqas ji berê de di warê pîşesazî û mutahîttiyê de xabatên aboriyê dimeşîne jî heta niha tevlî mijarên ewlehiyê nebibû.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.