Mesrûr Barzanî: Kurdistan erkên xwe cîhbicîh kiriye li benda Bexdayê ye

behsa têkiliyên Kurdistan û Îraqê hate kirin
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî li gel balyozê Amerîkayê yê li Îraqê civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Douglas Silliman kir.

Di vê hevdîtina han de behsa têkiliyên du alî, pêşhatên dawî yên li deverê û rewşa danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de hate kirin.

Di berdewamiya hevdîtina han de balyozê Amerîkayê Douglas Silliman piştgîriya Amerîkayê bo Kurdistanê weke pêkhate anjî kiyaneke destûrî dubare kir û anî ziman ku Amerîka dixwaze Kurdistan bi yekdengî û yekgirtûyî li gel Bexdayê di danûstandinan de berdewam be û bilez kêşeyên helwastî yên di navbera her du aliyan de werin çareserkirin.

Di beşeke din ya civîna han de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurdistan dixwaze li gor destûra bingehîn tevahiya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê werin çareserkirin û heta niha Kurdistan ji bo çareser kirina wan kêşeyan erkên xwe yên destûrî cîhbicîh kiriye û li benda vê yekê ye ku Bexda jî erkên xwe cîhbicîh bike lêbelê em bi cidiyeta Bexdayê ya  bo çareser kirina kêşeyên heyî nakin û mafên destûrî yên Kurdistanê tevlî kêşe û pişbirkên nava hilbijartinan hatine kirine.

Di vê derbarê de Douglas Silliman tekez li ser berdewamiya miyancîgeriya Amerîkayê ya di navbera Hewlêrê û Bexdayê de kir û hêvî xwest ku bilez di warê piratîkî de di danûstandinan de pêşveçûn hebin.

Silliman di berdewamiya axaftinên xwe de girêdayî bûna Amerîkayê ya bo beşdarî kirina çalak a bo awedan kirina Krudistanê û pêşxistina Kurdistan û deverên din yên Îraqê diyar kir û xweziya vê yekê jî xwest ku li konferansa awedan kirina Îraqê de yaku vê li Kuwaitê were lidarxistin, hevkariya herî zêde were dabînkirin.

Di beşeke din ya civîna han de Barzanî û Silliman behsa şerê dijî DIŞIê jî kirin û her du alî tekez li ser berdewamiya hevkariyên du alî kir û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî diyar kir Kurdistan berdewam dibe li ser hemahengî kirin li gel hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê.

Mesrûr Barzanî got: Hîn jî metirsiya terorê li deverê de maye jiber vê çendê hîn jî pêdivî bi hevkariya tevahiya aliyan heye lê belê hemahengiya leşkerî, siyasî û çareseriya kêşeyên bingehîn yên Îraqê yek pakêce û lazime di tevahiya war û astan de rewş were normalkirin û rêz ji mafên tevahiya pêkhateyan were girtin daku derfetên dubare serhildana tundûtîjiyê werin jinavbirin.

Di dawiya civînê de Douglas Silliman rêzdariya xwe ya li hember rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstan de diyar kir û ew yek dubare kir ku hevkariyên darayî û perwerdehî yên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.