Levy: Bi qetlîama kurdan dê rûmeta me jî bikeve bin lingan

di vê babetê de rexne li cîhanê hatiye giritn
کوردستان TV
100%

Bernard Henri Levy feylozofê frensî ku bi eslê xwe cihû ye, di rojnameya Wall Street Journalê de gotareke rexneyî ya li dijî operasyona leşkerî ya dijî Efrînê a Tirkiyeyê  nivîsand.

Levy di gotara xwe de balê dikişîne ser şerê kurdan ya salên dawî de û dibêje: "Kurdan wek li Iraqê li Sûriyeyê jî li dijî rêxistina terorîst a DIŞIê şer kirin û li keleka hevalbendên xwe yên rojavayî cih girtin. Şervanên kurd ji bo ku bikaribin di nava aştiyê de bijîn li dijî terorîzmê şer kirin. Li hemberî vê bedela bêguneh, niha jî ji Efrînê têne derkirin, rastî şkence û sûîqastan tên."

Bernard Henri Levy di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: "Kurdan rê li ber êrişên rêxistinên Îslamîst girt, lê rojavayî li hemberî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku welatê xwe wek şantaj bikar tîne wek sê meymûnan dilîzin ku ker û lal û kor in.”

Her wî di berdewaminaya nivîsa xwe re got:”Dîplomatên rojavayî li hemberî qahremaniya kurdan kor in û li hemberî dengê topê siltanê nû ku paqijiya nîjadî dike guhê xwe girtine. Bi destê xwe devê xwe girtine û propagandeya Enqereyê qebûl dikin."

Henri Levy dibêje: "Xayîntiya kesên bi hêz a ser qelsan çîrokeke kevn e. Mixabin di nava demokrasiyan de klasik e. Rojavayî bi Erdogan re ketine bazara Faustyenî. Ev bazar pir hêsane û dewam nake. Nabe ku Tirkiye hem wek ku di nava NATOyê de ye û hem jî wek ku li derveyê wê ye hereket bike. Eger rojavayî heşê xwe nedin serê xwe, Tirkiye di sala 2018an de wê perdeya hasin bikşîne ser kurdan."

Levy dibêje: "Bay Erdogan ji bo rojavayiyan bijarteyeke din nehiştiye. Eger em di vê mijara çareseriyê de bêkêr bimînin wê bi qetlîama kurdan rûmeta me jî têkeve bin lingan."

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.