Berdevke Pentagonê Dana White ragihand ku Amerîka wê piştevaniya xwe ya ji bo HSDê berdewa bike.
Berdevak Wezareta Parastinê yan Amerîkayê (Pentagon) Dana White di kongreyeke rojnamevaniyê de eşkere kir ku ew naxwazin şe li dijî Sûriyê bikin, lêbelê DAIŞ hêj nehatiye jinavbirin. White herwiha ragihand ku piştevaniya wan a ji bo Hêên Sûriya Demokratîk (HSD) wê berdewam bike.
Çekdarên ser bi rejîma Sûriyê ve du roj berê li rojhilatê çemê Firatê êrişî baregeheke HSDê kirin û hevpeymaniya navdewletî jî li ser vê yekê êrişek li dijî wan çekdarên ser bi rejîmê ve pêk anî. Hat ragihandin ku di vê êrişa hevpeymana navdewlwtî de zêdetirî 100 çekdarên rejîmê hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin