Operasyonên li ser BDP û HDP’ê didomin

li Tirkiyeyê zextên li ser siyaseta Kurdî zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Operasyonên li ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Enqere, Stenbol, Îzmîr û Amedê didomin.

Şeş rêvebir û serokên partiyên çepgir û rêxistinên sîvîl ku piştgirîya HDP’ê dikin, di heman operasyonan de hatin girtin.

Di nav wan de Hevseroka Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) Gulistan Koçyîgît û berdevkê kongrê Onur Hamzaoglu jî hene.

Hevsero DBPê Mehmet Aslan biştî binçavkirina du rojan roja Pêncşemê bi tawana endamtîya rêxistina terorê hat girtin. Roja înê jî cîgira seroka DBP’ê Hacîre Ozdemîr li Amedê hat binçav kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku roja Yekşemê li Enqerê HDP bi kongreyekê hevserokên xwe yên nû diyar dike.

Navê endamên hevseroktiya HDP’ê dîyar bû: Parlamentera HDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan û parlamenterê berê yê HDP’ê Sezaî Temellî.

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay li ser torên civakî derbarê serdegirtin û desteserkirina endam û rêvebirên HDP û DBP’ê de peyamek nivîsandiye û dibêje em dizanin ku ev operasyon li dijî kongreya me pêk tê, lê ti zext nikare xwe li pêş îrada men bigire.

Parlamenterê HDP’ê yê Enqerê Sirri Sureya Onder jî got ku ev operasyon jibo betalkirina kongra HDP’ê ye. Wî got ku niha agahiyeke zelal di destê wa de tune ku bizanin çend kes hatine binçav kirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.