Parlamenteriya Ferhat Encu Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat betalkirin, li gorî vê encamê hejmara parlamenterên HDPyê yên ku parlamenteriya wan hatiye betalkirin gihişte 7an.
Parlamenteriya Ferhat Encu Parlamenterê HDPyê yê Şirnexê hat betalkirin.
Heta niha parlamenteriya Fîgen Yuksekdag Hevseroka berê ya Giştî ya HDPyê, parlamenter Nûrsel Aydogan, Tûgba Hezer Ozturk, Faysal Sariyildiz, Besîme Konca û Leyla Zanayê hatibû betalkirin. Ferhat Encu navê 7emîn e ku parlamenteriya wan tê betalkirin.
Encu tevlî Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag (Parlamenteriya wê 21yê Sibatê ya 2017yê hatibû betalkirin), Serokwekîlê Koma HDPyê Îdrîs Balûken û parlamenter Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nûrsel Aydogan, Gulser Yildirim û Abdûllah Zeydanî re hatibû girtin.
15ê Sibatê ya 2017yê serbest bûbû lê 17yê Sibatê ya 2017yê careke din hatibû girtin.
Encuyî bi tohmeta “propagandaya rêxistina terorê kiriy” 9ê Hezîranê ya 2017yê 3 sal û 9 meh, bi tohmeta ku “li hemberî Yasaya Birêvebirina Bajêr a hejmar 5442yê” jî 10 meh cezayê girtinê standibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin