Parlementerên YEê dibêjin Tirkiye sivîlan dike amanca êrîşên xwe.
Şeva derbasbûyî di nava parlementoya Yekîtiya Ewrûpayê de, giftûgo li ser êrîşên artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên li ser Efrînê hate kirin.
Di civîna han de gelek parlementerên Ewrûpî bi tundî ev operasiyona han mehkûm kirin û daxwaz ji YEê kirin daku zextan li Tirkiyeyê bike bo ku dawî bi êrîşên xwe bo ser xelkê sivîl û operasiyona Efrînê bîne.
Di çarçoveya wan giftûgoyan de Parlementerên YEê diyar kirin ku Tirkiye piştgîriya komên terorîst û cîhadî dike û welatiyên sivîl yên li Efrînê dike armanca êrîşên xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin