Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, di derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de axivî û ev êrişên Tirkiyeyê rexne kirin.
Jean-Yves Le Drian ji BFM TVyê re di derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê axivî. Jean-Yves Le Drian ragihand ku Tirkiye û Îranê li Sûriyê hiqûqa navdewletî binpê kirine û got, ‘Divê Enqere şer, li şer zêde neke.’
Wezîrê Fransî herwiha destnîşan kir ku divê Îran, Hîzbullah û milîsên girêdayî Îranê jî di nav de divê hemû aliyên ku divê ne Sûriyê bin ji Sûriyê derkevin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin