2.Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya ku wê du rojan berdewam bike û ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tê sazkirin li Amedê destpê kir. Konferans bi dirûşma ‘Em ê faşîzma mafxwer hilweşînin li şûna wê rêveberîya xwecihî ya azadîxwaz ava bikin’ pêk tê. Jibilî HDP, KCD, HDKê hejmareke saziyên sivîl jî beşdarî konferansê bûn.
Mijara sereke ya vê konferansê êrişên li sr Efrînê bû û hat ragihandin ku êrişa li ser Efrînê hewldana jinavbirina destkeftên Kurdan e. Herwiha hat ragihandin ku yekrêziya Kurdan wê kêşeyan bi asanî çareser bike.
Hevserokê DBPê Mehmet Alî Aslan di axaftina xwe ya di konferansê de diyar kir ku li çar perçeyên Kurdistanê berdelên giran hatine dayîn û wiha axivî: ‘Êrişa li ser Efrînê, dagirkirin û êrişa li dijî xwebirêveberina kurdan e. Dema ku kurd bi ser dikevin faşist dixwazin hêviyên kurdan bi fetisînin. Gelê kurd qet dev ji daxwaza xwe ya azadiyê bernede.
AKP jî bi çeteyên û komkujîyan nikare vê pirsgirêkê çareser bike. Li her çar parçeyên Kurdistanê û hemu cîhanê dilê me bi Efrînê re ye.
Em dagirkirina Efrînê qebul nakin. AKP şaredariyên ku bi hilbijartinan bi dest nexist bi tayînkirina qeyûman dest danî ser. Bê tehamuliya li dijî xwebirevebirina kurdan li rêveberiyên faşist heye. Kurd dê li hemu parçeyan xwe rêvebivin. Eger kurd yekitîya xwe ava bikin dê kêşe bi hêsanî çareser bibin.’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin