Biryare li Kuwaitê kongre were lidarxistin.
Peyvdarê nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku biryare kongreya awedan kirina Îraqê di rojên 12 heta 14ê meha sibatê li Kuwaitê were lidar xistin.
Li gor gotinên Sed Hedîsî, di kongreyê de vê zêdetir ji 200 kompaniyên curbicur ji gelek welatên cîhanê beşdarî di kongreyê de bikin.
Hedîsî herwiha eşkere kir ku saziyên navnetewî û gelek kompaniyên cîhanî soz dane ku beşdarî di prosesa jinûve awedan kirina Îraqê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin