Naveroka gotara Mesrûr Barzanî

behsa çalakiyên DXB dike
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî di konferansa dezgeha xêrxwaziya Barzanî de gotarek pêşkêş kir ku ew jî tekesta vê ye;

Amadebûyên hêja

Hun bi xêr hatin bo konferansa salane ya dezgeha xêrxwaziya Barzanî

Dezgeha xêrxwaziya Barzanî xwedan felsefeyeke ku ji peyveke Barzanî serçave wergirtiye ku dibêje( serfiraziye  bo mirov ku xizmetkarê netewa xwe be), ew di nava tevahiya temena xwe de hewl da daku xizmeta netewa xwe û mirovatiyê bike.

Pişt re em pêhesiyan ku erkê meye ku rêbaza vî mirovê mezin bidomînin û dezgehek bi navê Barzanî nemir ku hêjayê navê cenabê Barzanî be dabimezrînin,  her ew yek jî bû weke gotar ku di bin fermana cenabê Serok Barzanî di sala 2005an de dezgeha xêrxwaziya Barzanî hate damezrandin, bi hêvîne ku bibe malek bo tevahiya ew kesên ku pêdiviya wan bi hevkarî û alîkariyê heye.

Mirov dema dikare bi aramî û asûdeyî bihese ku ti miroveke din ji derê hejarî û jarî hawar neke, dezgeha xêrxwaziya Barzanî hembêza xwe bo tevahiya wan kesan ku ji tirsa teror, gef û metirsiyên kuştinê cêyên xwe berdane û berê xwe dane Kurdistanê vekiriye. Ji ber bêdadî, bêxizmetî bajar, bajarok û deverên xwe bicîh hêştine û hatine Kurdistanê, ji ber nebûna azadî berê xwe dane Kurdistanê daku bi azadî bijîn. Di bin zext û zordariyê de reviyan û Kurdistan kirin weke penageh, jiber vê çendê dezgeha xêrxwaziya Barzanî hembêza xwe bo tevahiya wan aware, koçber, penaber û lêqewmayiyan vekiriye.

Dezgeh bi hawara tevahiya wan ve diçe ku pêdiviya wan bi serlêdanê heye, bêyî ku ti cudatiyek di navbera olî, etnîk, çandî û nêrîn û ramanên siyasî ya wan de bike.

Li gor me ew erka dezgeha xêrxwaziya Barzanî xistiye ser xwe, erkekê olî, exlaqî û nîştimaniye, ez dixwazim ji dîroka damezrandina vê dezgehê heta niha behsa çend xalan bikim.

Mixabin piştî êrîşên hovane yên terorîstên DIŞIê bo ser Îraqê û pişt re jî Kurdistanê, xuşik û birayên me yên Êzidî bûne qurbaniya herî mezin ya ew kiriyarên han yên terorîstî, her ji roja yekem dezgeha xêrxwaziya Barzanî hewl da ew tişta ku ji destê vê tê bo wan cîhbicîh bike û dema ku ew li Şingalê hatibûn dorpêçkirin, dezgeha xêrxwaziya Barzanî karî xwe bigehîne çiyayê Şingalê û hevkariya wan bike û bi berdewamî çi li wir û çi piştî rizgar kirina Şingalê û herwiha ew xuşik û birayên Êzidî yên ku di nava kempan de bûn, di xizmeta wan de be û hevkariya wan bike.

Ew tişta ku bi amar heye, di sala 2014an de di nava demekekurt de bi hevkariya saziya WFP, rojane zêdetir ji 9 hezar û 800 xarinên rojane hatine amadekirin, ji bilî vê jî tevahiya ew awareyên ku ji Mûsil û deverên din hatibûn, dezgeha xêrxwaziya Barzanî hevkariya wan kiriye û hevkarî kirina wan jî bi erkê xwe zaniye.

Xuşik û birayên Êzidî yên ku metirsî li ser wan hebû berê xwe dan malê xwe û hatine Kurdistan û dîsan dezgeha xêrxwaziya Barzanî hevkariya wan kir, hevkariyên dezgeha xêrxwaziya Barzanî yên bo xuşik û birayên Mesîhî jî bo sedema vê yekê ku Vatîkan bi fermî spasiya dezgeha xêrxwaziya Barzanî bike. Em vê yekê weke minet nabînin belkû bi erkê xwe dizanin û erkê her welatiyekê ye ku xizmeta xuşik û bira û hevnîştimaniyên xwe bike.

Pişt re jî karesata dagîr kirina Kerkûkê ku jiber vê xelkekê gelek zêde aware bû, dezgeha xêrxwaziya Barzanî deriyên xwe vekir û bi havara wan çû yên ku hatibûn û li deverên din hatibûn bicîhkirin. Ew bûyer hevdem bû li gel erdheja Kurdistan û rexê dî ve jî ya li Serpil Zehaw, Kirmanşah, di vê demê de jî DXB hevkariyên xwe gehandine kesên ku bibûn qurbanî û jiber erdhejê rastî zirarê hatibûn û herwiha daxwaz kir daku rê jê re were dayîn daku hevkariyên xwe bigehîne deverên din yên Rojhilatê Kurdistanê yên ku jiber erdhejê rastî zirarê hatibûn lêbelê rê jê re nehate dayîn.

Xizmeteke din heye ya bi navê ( bênazan- sêviyan) ku xizmeta han jî weke projeyek ji aliyê DXB vê hatiye destpêkirin bo ew ezîzên ku bênazin û pêdiviya wan bi kesek heye ku li wan binêre, jiber vê çendê liwir spasiya Îmarat, Kuwait, Siûdiye dikin ku bi rêya konsulgerî û dezgehên xêrxwazî ve, hevbeş û bexşêner bûne û bo ser xistina vê projeya han di xizmeta wan bênazan de bûne.

Ji bilî ew tiştên han, dezgeh bi erkê xwe zaniye ku xizmeta tevahiya wan zarokên şehîdên serfiraz bike ku pêdiviya wan bi hevkarî hebûye. Her çend niha çendeha kemp li Kurdistanê de hene ku mixabin siyasetên şaş yên, îdarî, ewlekarî û siyasî bûn sedem ku ev xelkê han berê xwe bide Kurdistanê, em li benda vê yekê bûn ku hikûmeta Îraqê xwedantiya wan kempan bike, lê dema ku nehat, ew erkê dezgeha xêrxwaziya Barzaniye û hikûmeta Kurdistanê giratir bû û di vê çarçoveyê de jî DXB pêşeng bûye û erkê birêvebirina 14 kempan bi dezgehê hatiye spartin.

Ji bilî tevahiya wan, 22 navendên pêşeyî ji aliyê DXB vê hatine vekirin daku hem hevkariya xelkê were kirin û hem jî xelk hînî pîşeyê were kirin. Salane nêzî 45 hezar Xwendekarên bêdahat, ji aliyê DXBê pêdiviyên wan tên dabînkirin û hevkariya wan tê kirin, DXB tenê li Kurdistanê de kar nekiriye belku hewl daye ku bibe dezgeheke navnetewî, li her deverekê ku mirovatî pêdivî pê hebûye me hewl daye dezgeh rolek bilîze daku hestbaşiya xelkê Kurdistanê nîşan bide ku netenê çavê xwe hertim ji hevkarî kirinê ye belku dixwaze bexşende be û bikarêbe hevkariya xelkên din jî bike.

Ew erdheja ku li Wanê qewmî, DXB karî 400 xaniyên amade bo kesên ku zirar dîtine dabîn bike, pişt re li bajarên Urfa, Kobanê, Qamîşlo, Cizîre, li Başûrê Îraq û çend deverên din jî dezgeh hevkariya lêqewmayiyan kir.

Niha daxwaz ji tevahiya aliyên têkildar dikin ku hevkarî bikin daku hevkariyên me bigehêjin xelkê sivîl li Efrînê,  herwiha li Sirbiya jî DXB hevkariyên xwe gehandine kesên xwedan pêdivî.

Liwir ez dest xweşiyê li DXB dikin ku bi awayekî jêhatî û psporî kariye kar bike û weke dezgehek li NY were qenbûlkirin û ew yek jî mikor hatine li ser wan kar û çalakiyên ku ji aliyê DXB ve hatine cîhbicîhkirin.

Spasiya birêveber, tevahiya wan kesan dikim ku li DXB kar dikin, herwiha spasiya wan dilxwazan dikim ku bi rêya DXBê ve xizmet bi xelkên hejar û liqewmayî û kesên ku xwedan pêdivî bûne kiirn.

Hijmareke zêde dilxwaz û bexşer hene ku bi berdewamî hevkarî dikin, spasiya NY dikin, spasiya Îmarat, Kuwait û Siûdiyeyê jî dikin ku hevkariya DXB kirine.

Spasiya tevahiya wan kesan dikin ku di nava kempan de bo dabeş kirina tiştan  hevkarî kirine.

Careke din spasiya tevahiya dikim û bixêr hatina tevahiya we dikim.

Daxwaz ji hikûmet û aliyên têkildar dikim ku weke dewlet û welatên pêşkeftî, bi proje yasayek handerê wan kes û aliyan be ku dixwazin hevkariya xelkê xwedan pêdivî bikin û bexşîşên wan jî weke beşek ji bacên wan werin hesbandin.

Hêvî dikin ku xelk liqewmayî nebe daku DXB pêdiviya xwe bi hevkarî kirina xelkê nebe û vê demê jî dezgeh dikare bernameyên pêşkeftîtir amade bike daku hevkariya xelkê bike bo ku xelk bibe xwedan berhem û karên xwe pêşde bibin, ew yek bi tenê bi yek dezgeh nayê kirin lê DXB pêşeng dibe.

Spasiya cenabê Serok dikin ku berdewam hevkar û piştîwanê me dibe û di bin fermana cenabê Serok de em vê rêbaza han didomînin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.