Hate ragihandin ku kesekî bi zorê xwestiye têkeve ofîsa Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, hatiye birîndarkirin û piştrejî hatiye desteserkirin.
Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a Farsê ku zanyariyên xwe dispêre daxuyaniya Cîgirê Parêzgerê Tehranê Mohsen Hamedanî, gumanbar dema xwestiye bikeve ofîsa Rûhanî hatiye birîndar kirin û piştre jî hatiye desteserkirin.
Hamedanî got: "Em dixebitin, gelo armanca çalakiyê û nasnameya gumanbar çiye hîn bibin"
Li gorî haydariyên destpêkê li ser gumanbar çek hebûye û ji aliyê parastvanên Ofîsa Serokomariyê ve ji lingê wî ve hatiye birîndarkirin.
Li gorî ragihandina Şefê Buroya Tehranê ya New York Times, Thomas Erdbrink gumanbarê 35 salî ‘kefena spî' ku sîmgeya xwe ji mirinê re amade me li xwe kiriye û di destan de kêr hebûye û ji aliyê parastvanên ofîsê ve hatiye bêbandorkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin