Holandayê bi awayekî fermî balyozê xwe yê Tirkiyê vekişand.
Wezareta Derve ya Holandayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan balyozê xwe yê Tirkiyê bi awayekî fermî vekişandiye û rê nadê ku Tirkiye jî balyozekî nû bo Holandayê diyar bike.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Holandayê de wiha hat gotin ti encamek baş ji gotûbêjên bo başkirina peywendiyên bi Tirkiyê re derneketiye wan bi awayekî fermî balyozê xwe yê Tirkiyê vekişand.
Holanda tekez dike ku heta balyozekî Holandayê li Tirkiyeyê çênebe, Holanda jî dê balyozekî nû yê Tirkiyê qebûl neke û herwiha civînên ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî rawestandinê.
Hêjayê gotinê ye Holandayê di heyama referanduma guhertina destûra bingehîn a Tirkiyê de destûra civînê bo wezîrên wî welatî neda bû. Piştre Tirkiyê jî rê neda bû balyozê Holandayê yê Enqere bikeve Tirkiyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin