Giritiyekî din yê Kurd jiyana xwe ji dest da

zextên rejîmê li dijî Kurdan didomin
کوردستان TV
100%

welatiyekî din yê Kurd ku, di meşên nerazîbûnê yên heyamên borî de hatibû giritin jiyan ji dest da.

Welatiyê Kurd bi navê Xalid Qeyserî xelkê Kirmaşanê ku çend rojan piştî nerizayetiyên xelkî, ji aliyê hêzên Îtila`atî ve hatibû destbiserkirin, roja Şemiyê 7`ê Rêbendanê di girtîgeha vî bajarî de canê xwe ji dest da. Malbata vî hevwelatiyê Kurd, mirina kurê xwe di girtîgeha Kirmaşanê de piştrast kirine.

Li gora gotina çavkaniyeke haydar, hêzên îdareya Îtila`atê, ji malbata wî hemwelatiyê Kurd re gotine ku kurê wan bi sebeba bikaranîna madeyên sirker canê xwe ji dest daye, lê vê çavkaniya haydar ev îdi`aya hêzên serkutker yên hikûmeta Îranê red kiriye.

Hêjayî basê ye ku “Xalid Qêyserî” zêdeyî 20 rojan bû ku, hatibû binçavkirin, û di girtîgehê de giritî bûye.

Di heyama meşên nerazîbûnên seranserî yên xelkê Îranê û Kurdistanê yên li dijî hikûmetê, tevî serkutkariyên hovane yên hêzên hikûmetê, hezaran hemwelatî hatine giritin û hejmarek hemwelatiyan jî bi sebebên serkutkariyên hovane yên hêzên xwînmij yên hikûmetê, di wan bûyeran de canê xwe ji dest dane.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.