Îran dibêje li gel rakirina cezayan, dijminahiya serokê Amerîka Donald Trump bo rêkeftina navokî ya sala 2015an weberhênanên biyanî lawaz dike di kerta wizeyê de.
Wezîrê niftê Bijan Zengene îro Yekşemê ji peyamnêran re got gumana li dor siberoja rêkeftinê, ku Trump bi berdewamî gefan lê dixwe, weberhêneran ditirsîne.
Meha Çelle Trump careke din rêkeftin pesend kir lê got ew dê wê di meha Nîsanê de pesend neke eger neyê serastkirin.
Îran hêvî dike ku 150 milyar dolar wergire jib o nûavakirina kerta wizeyê piştî salên dirêj ên cezayan. Sala borî wê rêkeftineka gaze bi nirxa 5 milyar dolar îmze kir li gel kompaniya Frensî Total SA û Kompaniyeka Çînî jib o pêşxistina zeviyeka deryayî ya gazê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin