CNN: Jiyana Efrînê êdî di bin erdê de ye

cnn raportek derbarê rewşa Efrînê de weşand
کوردستان TV
100%

Kanala amerîkî CNN international dîmenên xelkê sivîl ên ji Efrînê weşandin û ragihand ku "operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê, hiştiye ku xelkê sivîl têkevin şkeft û jêrzemînan" û wiha got: "Jiyan li Efrînê, êdî di bin erdê de ye."

Kanala CNN international dîmenên taybet ji herêma Efrînê bi dest xistin û rewşa sivîlên li Efrînê ragihand. CNN di raporta xwe de wiha dibêje: "Ji gelê Efrînê re, êdî jiyan di bin erdê de ye."

Di destpêka raportê de wiha dibêje: "Malbatên kurdî li ser betaniyeyan di bin roniyeke kêm de li şkeftan civiyane. Hinek jî di bin kavilên avahiyên bombebarankirî li dora agir civiyane. Yên ku jêrzemînên wan hene, hewl didin li wir bistirin."

Li gorî wê raportê, Mihemed Xalidê 10 salî bi kurdî dibêje: "Em nizanin biçin kû. Ev 5 roj in ku balafir bombeyan dibarîne. Niha moşek û bombeyan diavêjin. Bavê min ji min re got, ji ber balafirên şerî neçe derve û niha em di koxikan de radizên. Hemû malên me wêran bûn."

Kanal di dîmenên xwe de dibêje: "Me dîmenên taybet bi dest xistin ku nîşan didin bê çawa malbatên kurdî ji ber tehdîdên bombebarana balafirên Tirkiyeyê li dijî herêma kurdî, xelkê wê ajotine şkeft û jêrzemînan."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.