Hejmara qurbaniyên sivîl gihîşte 127 kesan

Nexweşxaneya Evrîn amara nû belav kir
کوردستان TV
100%

Di çardehemîn roja êrîşa Tirkiyê bo ser Efrînê de, hejmara kuştî û birîndarên sivîl her diçe zêde dibe û li gorî amara Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê ji destpêka êrişê ve heta niha 127 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û 168 kes jî birîndar bûne.

Êrişa Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam e û bi derbasbûna demê re hejmara qurbaniyên sivîl zêdetir dibe.

Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn A Efrînê îro Înê 2ê Sibata 2018ê di civîneke çapemeniyê de amara nû ya kuştî û birîndarên êrişa Tirkiyê bo ser Efrîn û derdora wê aşkere kir.

Yek ji rêveberên Nexweşxaneya Efrînê, Dr. Ciwan Mihemed ragihand, di 14 rojên êrişa Tirkiyê de 127 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û 168 kes jî birîndar bûne.

Dr. Ciwan Mihemed herwiha da zanîn, ku piraniya qurbaniyan jin û zarok in û got: “Hemû doktor û karmendên me yên tenduristiyê ji bo rizgarkirina sivîlan 24 saetan li ser karê xwe ne.”

Duh Pênşemiyê jî Rêveberiya Nexweşxaneyên Efrînê ragihandibû, di 13 rojên êrîşên Tirkiyê yên li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de, 104 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û 156 sivîl jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê Çileya 2018ê ve dest bi êrîşeke berfireh bo ser herêma Efrînê kiriye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.