Êrişên Tirkiyeyê bo ser Efrînê berdewam dikin

êrîşên li dijî Efrînê dom dikin
کوردستان TV
100%

Êriş û operasyona artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ya li ser Efrînê berdewam dike. Tê ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyeyê herêma Racoyê bombebaran dikin.

Efrîna Rojavayê Kurdistanê ev zêdetirî 2 hefteyan e di bin êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarê cîhadîst ên bi ser wê ve de ye.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê jî bi berdewamî Efrînê bomberan dikin. Li gor agahiyên berdest niha jî herêma Raco ya Efrînê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve tê bordûmankirin.

Heta niha di encama êrişên Tirkiyê yên esmanî û bejayî de bi dehan xelkê sivîl canê xwe ji dest dane. Li hêla din tê ragihandin ku bi dehan leşker û çekdarên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.