Hat ragihandin ku parlamentoya Almanyayê li ser daxwaza Partiya Kesk a Almanyayê ji bo ku rewşa Efrînê gotûbêj bike dicive. Partiya Kesk ji Almanya û Yekîtiya Ewrûpa daxwaz kiribû derbarê rewşa Efrînê de helwesta xwe nîşan bidin.
Parlamentoya Almanya biryar wergirtibû ku îro saet çaran bi dema saetekê mijara Efrînê binirxîne.
Partiya Kesk a Almanyayê di daxwaznmaeya xwe de weha gotiye: "Divê hikûmet bi awayekî li ser yekê bixebite ku şerê niha li Bakurê Sûriyê di navbera Tirkiyê û hêzên kurdî de berdewam dike, were bidawîanîn.
Herwiha Partiya Kesk a Almanyayê ji Yekîtiya Ewrûpayê daxwaz dike ku helwesteke siyasî li ser rewşa niha ya Sûriyê nîşan bide û hemû hevkariyên xwe yên ji bo Tirkiyê biseknîne. Herwiha Partiya Kesk dibêje dibe ku ji niha û pê de Almanya çekan nefiroşe Tirkiye heya ku şer bidawî neke.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin