Îranê destûr neda çalakiya ji bo Efrînê

Iran daxwazeke hijmarek parlementer û çalakvanan red kir
کوردستان TV
100%

Komîteya ewlekariya Tehran a payitexta Îranê, daxwaziya hejmarek parlamenterên berê yên parlamentoya Îranê, çalakvanên sivîl û parêzerên Kurd a ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirkiyê yên bi ser Efrînê, red kir.

Hejmarek parlamenterên berê yên parlamentoya Îranê, çalakvanên sivîl û parêzerên Kurd xwestin li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Tehranê çalakiyekê saz bikin. Lê Komîteya Ewlekariya bajarê Tehranê daxwaza wan qebûl nekir.

Piştî ku daxwaza çalakvanên Kurd hate redkirin, dîsan teqez kirin ku ew dê daxwazên xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî.

Roja Yekşemê jî hejmarek çalakvanên kurd, nameyek pêşkêşî Wezareta Karên Navxweyî ya Îranê û qeymeqamê Tehranê kiribûn û têde daxwaz kiribûn ku rê bidin wan ji bo ku îro li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî xwepêşandanekê dijî êrîşên artêşa Tirkiyê yên bi ser Efrînê bikin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.