Fransa: Em li hember rewşa şêniyên Efrînê bifikarin

Fransa dubare gazindan ji Tirkiyeyê kir
کوردستان TV
100%

 Wezareta Derve ya Fransayê di derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê ragihand ku ew di derbarê rewşa sivîlên li Efrînê bifikar in.

Wezareta Derve ya Fransayê di derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya Fransayê de hat gotin ku ew di derbarê jiyana xelkê sivîl de bifikar in.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Fransayê de wiha hat gotin, ‘Em careke din nîgeraniya li hemberî vê destwerdana Tirkiyeyê ya li ser Efrînê bibîr tînin. Ev destwerdan ji ber sedemenên ewlekariyê weke rewa were nîşandan jî, nabe ku ev yek rewşa mirovî ya xelkê Sûriyeyê xerab bike.’

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî duh di derbarê destwerdana Tirkiyeyê de gotibû ku divê ev nebe dagirkeriyek.

Êriş û operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û tê ragihandin ku hejmareke zêde ya sivîlan di êrişên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest dane.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.