Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji ber şerê wan li dijî DIŞIê ji xelata Nobelê ya aştiyê re hatin kandîdkirin.
Do, Çarşemê roja dawî bû ji dema pêşkêşkirina navên bebijêrên xelata Nobelê ya aştiyê, navê hêzên pêşmerge jî ji aliyê perlementarê Nerwijî Hîmanşo Kolat ve hate kandîdkirin û kete lîsteya berbijêran.
Medyaya Nirwêjê li ser zarê perlementar Hîmanşo Kolat ragehandibû ku, eger pêşmerge li sengerên şerê dijî DIŞIê neban niha rêxistina DIŞIê mezintirîn û bihêztirîn rêxistin bû. Herwiha tekez kir ku, hêzên pêşmerge hêjane xelata Nobelê ya cîhanî werbigrin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin