Di encamp de herî kêm 12 kesên medenî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê çend mûşek li nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê da, ji ber wê jî gelek kes birîndar bûn.
Çavkaniyên nêzîkî YPGê ragihandin, îro 2 mûşekên artêşa Tirkiyê li nav bajarê Efrînê ketin, di encamê de 12 kesên sivîl birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Avrînê ya Efrînê hatin veguhastin.
Li gor agahiyan, mûşkek li taxa Eşrefiyê ya bajêr ketiye û yek jî li ser riya Raco li nêzîkî mizgefta Şêx Şewax ketiye.
Êrişên artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê derbasî roja 12an bûn. Heta niha gelek sivîl hatine kuştin û gelek sivîl jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin