Trump cara yekê gotara rewşa yekîtîyê pêşkêş kir

ew yekem gotara Trump e
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump cara yekê îşev gotara Rewşa Yekîtiyê (State of the Union) pêşkêş kir û tê de li ser mijarên cihêrengî peyîvî.

Trump di destpêka axaftina xwe de got ku ew bi hevre Amerîkayeke ewle, hêzdar û serbilind ava dikin.

Wî got ku ew bi vîzyoneke zelal û erkeke rastîn, her roj pêşve diçin ku Amerîka jibo hemî Amerîkîyan careke din xurt bikin. Em ji her Amerîkîyekî dixwazin ku rûmeta keda rojeke xwe bizane; em ji her zarokekî dixwazin ku bi şev li mala xwe ewle be û em ji her hemwelatîyekî dixwazin ku bi vî welatê ku em hez dikin, serbilind be.”

Trump do gotara salane de cîhekê taybet da qanûna bacê ku berî demeke kin di Kongresê de hatibû pejirandin. Wek min, berî 11 mehan li vê derê soz dabû gelê Amerîkî, me bi awayê herî berbiçav ya dîroka Amerîkî bac kêm kir û reforma bacê pêk anîn. Bi spasîya kêmkirina bacan, me barê ser Çîna Navîn û karsazan siviktir kiriye.”

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.