Mesrûr Barzanî: Sepandina guhertinên demografî li ti deverekê nayê qebûlkirin

Mesrûr Barzanî dibêje piştgîriya me bo mesîhiyan berdewam dibe
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî li gel Metranê kilîseya Ortodoksa Sûriyanî civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Metranê kilîseya Ortodoksa Sûriyanî ya li Kurdistan, Mûsil û Kerkûkê Metran Nîkodîmos Dawûd Şeref û şandeke pê re kir.

Di civînê de behsa rewşa deverê bi taybetî rewşa deşta Neynewa û rewşa koçber û awareyên mesîhî yên deşta Neynewayê yên li Kurdistanê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de Metran Dawûd Şeref spasiya Kurdistanê kir ku hertim palpişt û penageha mesîhiyên Îraqê bûye û hêviya vê yekê xwest ku bilez ew zextên li ser Kurdistanê hatine sepandin werin bidawîanîn û aştî û aramî li seraserê deverê berqerar bibe.

Di beşeke din ya vê civîna han de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî tekez li ser vê yekê kir ku di nava ti rewş û mercekê de ti guhertin di nava çanda bihevre jiyan û lêbûrînê ya li Kurdistanê de çê nabe û Kurdistan hertim navenda bihevre jiyana tevahiya netewe û olan dimîne.

Derbarê rewşa deşta Neynewayê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku hinek hewldanên eşkere hene bo guhertina demografiya vê deverê û rewşek hatiye afirandin ku bûye sedem daku birayên me yên mesîhî li deşta Neynewayê malên xwe vala bikin.

Barzanî got: Ew hewldanên han di çarçoveya prosesa biereb kirina deverên Kurdistanî deye û ne ew prosesa han û ne jî porsesa bi erebkirinê bi ti awayî nayên qebûlkirin û piştgîriya me bo birayên me yên mesîhî bo parastina taybetmendiyên deverên wan û bihevre jiyaneke aştiyane li gel tevahiya pêkhateyên di yên li deşta Neynewayê berdewam dibe.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.